DENGBÊJÊN ME

ŞAKİRO

Eslê wî ji gundê Navika ya bi ser Agiriyê ve ye. Nayê zanîn ku kîjan sal hatiye dinê. Gel wî bi navê “Şakirê Qereyaziyê” nas dike. Mekteb nexwendiye. Di salên 1968’an de mala xwe dibe  qeza Qereyaziyê û li wir dijî. Di nava gel de wek “şahê dengbêjan ango kewê ribat” tê binavkirin. Dengbêjê herî girîng ê Kurdan e. Gelek kasetên wî yên bi bandrol hene. Di sala 1996’an de li Îzmîrê çû ser heqiya xwe.


ÎSMEÎLÊ SÊLİMÎ

Di sala 1956’an de bajarê li Diyarbekirê, li gundê Sêlimiyê hatiye dinê. Eslê wan ji Serhedê ye. Bav û kalê wî  berî 80 salan koçî Diyarbekirê kirine. Mekteb nexwendiye. Li gund bi karê wek cotkarî û xwedîkirina pez û dewaran mijûl dibe. Ji 12 saliya xwe û virde ye distrê. Bi dengbêjan re gelek sal geryaye û bi wan re hevaltiyê kiriye. Zewicandî ye û donzdeh zarokên wî hene.


CAHÎDO

Di sala 1960’an de li Mûşê, li gundê Orgînosê hatiye dinê. Mekteba seretayî xelas kiriye. Ji Sasonê hatine li Mûşê bi cihûwar bûne. Ji donzdeh saliya xwe û virde ye distrê. Zewicandî ye û deh zarokên wi hene. Li Orgînosê dşijî.


CEMALÊ NENİYASÎ

Di sala 1954’an de li qeza Licê, li gundê Neniyasê hatiye dinê. Eslê wan ji Serhedê ye. Bi pişt re hatine li gundê Neniyasê bi cihûwar bûne. Mekteba seretayî xelas kiriye. Li Derê Mêrdînê li cem Qehwa Ebas dikaneke wî heye, tê de titûnê difroşe. Ji sala 1975’an û virde ye li Amedê dijî. Zewicandî ye.


ELÎCANÊ PASÛRÎ

Di sala 1963’an de li qeza Pasûrê, li gundê Malêhafê hatiye dinê. Ji kar de ketiye. Zewicandî ye û çar zarokên wî hene. Ji sala 1984’an û virde ye li Amedê dijî.


ELİYÊ QEREJDAXÎ

Di sala 1963’an de li Amedê, li gundê Sadiyê hatiye dinê. Mekteb nexwendiye. Ji heft saliya xwe vir de ye ji herdu çavan de bêpar e. Zewicandî ye û du zarokên wî hene. Tiştên wek çay û qehwe digerîne û difroşe, ku bi wî awayî debara xwe dike. Li Amedê dijî.


EREBÊ ŞÛTÎ

Di sala 1913’an de li qeza Stewrê, li gundê Şûtê hatiye dinê. Mekteb nexwendiye. Bi karê hostatiya dîwaran mijûl dibe. Zewicandî ye û heşt zarokên wî hene.


EVDALÊ ZEYNİKÊ

Di serê salê 1800’î de (ev dîrokeke texmînî ye, ku sala bûyîna wî tam nayê zanîn) li qeza Tûtaxê, li gundê Cemalwerdiyê hatiye dinê. Dengbêjê herî navdar ê Kurdan e. Dengbêjê Surmelî Memed Paşa bûye. Di sala 1913’an de li qeza Qereyaziyê, li Anciyanê jiyana xwe ji dest daye.


FADILÊ KUFRAGÎ

Di sala 1945’an de li Şemrexê, li gundê Kufragê hatiye dinê. Eşîra wan Îzolan di sala 1810’î de koçî gundê Kufragê kiriye. Mekteb nexwendiye. Di pitikiya xwe de ji herdu çavan bûye. Zewicandî ye û heft zarokên wî hene. Li qeza Qoserê dijî.


FELEKNAS

Di sala 1963’an de li Mûşê, li gundê Zovangê hatiye dinê. Eslê wê ji Pasûrê ye, ji eşîra Badikan e. Mekteb nexwendiye. Kevanî ye. Zewicandî ye û pênc zarokên wê hene. Ji sala 1983’an û vir de ye li Amedê dijî.


FERZÊ

Nayê zanîn ku kîngê hatiye dinê û kîngê jiyana xwe ji dest daye. Lê li Melazgirê, li gundê Kevir hatiye dinê.


FESÎHÊ PASÛRÎ

Di sala 1958’an de li qeza Farqînê hatiye dinê. Eslê wan ji Helebçeyê ye. Mekteba seretayî xelas kiriye. Zewicandî ye û çar zarokên wî hene. Li Amedê dijî.  


FETEHÊ GIMGIMÎ

Di sala 1966’an de li Gimgimê, li gundê Virancê hatiye dinê. Mekteba seretayî xelas kiriye. Ji sala 1997’an û virde ye li Diyarbekirê dijî. Li Diyarbekirê karê dergevaniyê dike. Zewicandî ye û çar zarokên wî hene. Kekê dengbêj Şemsedînê Gimgimî ye.


GULÊ

Di navbera salên 1800 – 1900’î de jiyaye. Jina dengbêjê herî navdar Evdalê Zeynikê bûye. Tê gotin ku Fileh bûye.


HESENÊ ŞİLBÊYÎ

Di sala 1958’an de li qeza  Hezroyê, li gundê Resileynê hatiye dinê. Mekteb nexwendiye. Di karê înşaetan de dixebite. Ji sala 1972’an û virde ye li gundê Şilbê dijî.


HUSÊYNÊ MÛŞÎ

Di sala 1936’an de li Mûşê, li gundê Maûba hatiye dinê. Eslê wan ji qeza Sasonê ye. Mekteb xwendibû. Ji gundê Maûba koçî gundê Orgînosê kiriye û li wir muxtarî kiriye. Zewicandî bû.  Neh zarokên wî hene. Di sala 2001’e de çû ser heqiya xwe.


HUSÊYNÊ FARÎ

Di sala 1939’an de li Amedê, li gundê Farê hate dinê. Mekteba seretayî xwend. Piştî 23 saliya xwe koçî Amedê kir. Di sala 1970’î de sêlikên Kurdî dagirt. Zewicandî bû. Heft zarokên wî hene. Gora wî li gundê Farê ye.


KARAPETÊ XAÇO

Di sala 1902’an de li Êlihê, li gundê Bileyderê hate dinê. Di sala 1915’an de dê û bavê wî tên kuştin. Ew diçe devera Reşkotan û li wir li cem xwişka xwe dimîne. Xwişka wî li wê deverê bûk bûye. Li wir dibe dengbêjê Filîtê Qito. Di pey serhildana Şêx Seîd re tevî hin Kurdan koçî Binxetê dike. Li Sûriyê panzdeh salan leşkeriya bi pere ya Fransayê dike. Dema Fransa ji Sûriyê vedikşe, ew jî diçe Ermenistanê û li wir di sala 1950’î de di Radyoya Yêrevanê de dest bi xebatê dike. Bi gelek stranan dizanîbû. Gelek stranên wî ji hêla Radyoya Yêrevanê ve hatin tomar kirin. Ji ekola Evdalê Zeynikê bû. Di sala 2005’an de li Ermenistanê jiyana xwe ji dest da.


KAZO

Di sala 1950’î de li Wanê, li gundê Elmanisê hatiye dinê. Teqrîben 26 albumên wî yên bi bandrol  hene. Zewicandî ye. Li Îstenbolê dijî.


ÎBRAHÎMÊ PÎRİKÎ

Di sala 1958’an de li qeza Licê, li gundê Pîrikê hatiye dinê. Mekteb nexwendiye. Di sala 1995’an de hatine li Diyarbekirê bi cihûwar bûne. Di înşaetan de wek karker dixebite. Zewicandî ye û pênc zarokên wî hene.


MEHEMEDÊ ŞÊXANÎ

Di sala 1962’an de li Hezroyê, li gundê Şêxanê hatiye dinê. Mekteba seretayî xelas kiriye. Di sala 1984’an de hatine li Diyarbekirê bi cihûwar bûne. Di înşaetan de karê fayanskeriyê dike. Zewicandî ye û bavê şeş zarokan e.


MEHEMEDÊ DÊRIKÎ

Di sala 1953’an de li qeza Dêrikê, li gundê Balfîsê hatiye dinê. Ew bi xwe ji Melazgirê ne, eslê wan ji eşîra Hesenan e. Mekteb nexwendiye. Ji kar de ketiye. Zewicandî ye û yanzdeh zarokên wî hene. Ji sala 1963’an û vir de ye li Diyarbekirê dijî.


MEHEMEDÊ NENİYASÎ

Di sala 1947’an de li qeza Licê, li gundê Neniyasê hatiye dinê. Li Diyarbekirê, li taxa Derê Mêrdînê dikaneke wî ya tiştên wek gore, cil û bergan heye. Zewicandî ye û heşt zarokên wî hene. Ji sala 1968’an û virde ye li Diyarbekirê dijî.


MEHEMEDÊ TEPÊ

Di sala 1955’an de li qeza Gêlê, li gundê Tepê hatiye dinê. Mekteb nexwendiye. Karê înşaetan dike. Zewicandî ye û deh zarokên wî hene. Ji sala 1975’an û virde ye li Amedê dijî.


MEHMÛD KIZIL

Di sala 1939’an de li Amedê hatiye dinê. Eslê wî ji qeza Hezroyê, ji gundê Bolşê ye. Ji derve dîplomeya mekteba seretayî stendiye. Ji nexweşxaneyekê teqawid bûye. Di sala 1965’an de sêlika yekemîn bi Kurdî dagirt. Bi tevahî 53 sêlik dagirtiye. Dengbêjekî pir navdar e. Ew bi xwe jî stranan çêdike. Gelek stranên wî hene. Zewicandî ye û sêzdeh zarokên wî hene. Li Amedê dijî.


REMEZANÊ TEMBELÎ

Di sala 1963’an de li Fîsê, li gundê Tembela hatiye dinê. Ji zaroktiya xwe û virde ye li Amedê dijî. Mekteb nexwendiye. Albumeke wî ya bi bandrol heye. Hostayê seyandinê ye. Zewicandî ye û heft zarokên wî hene.


EVDILHADIYÊ ARZÛOXLÎ

Tam nayê zanîn ku kîngê hatiye dinê. Li gor ku tê gotin di dema “Seferberlixê” de 6-7 salî bûye. Li Kopê, li gundê Dignûgê hatiye dinê. Bi eslê xwe ji eşîra Hesenan e. Piştî ku mezinên wî koçî gundê Arzûaxlî ya bi ser Amedê ve dikin, li wir mezin dibe. Mekteb nexwendiye. Heft zarokên wî hene. Di sala 1979’an de li gundê Arzûoxliyê diçe ser heqiya xwe.


SALIHÊ QÛBÎNÎ

Di sala 1949’an de li Misircê, li gundê Îndarê hatiye dinê. Eslê wî ji Bêkendê ye. Mekteb nexwendiye. Gelek kaset û Cdyên wî bi bandrol derketine. Di înşaetan de dixebite. Zewicandî ye û çardeh zarokên  wî hene. Li Êlihê dijî.


SEYFEDÎNÊ KUFERCINÎ

Fi sala 1951’ê de li qeza Hezroyê, li gundê Kufercinê hatiye dinê. Li gund bi karê cotkarî û xwedîkirina heywanan mijûl dibe. Mekteb nexwendiye. Zewicandî ye û deh zarokên wî hene.


ŞEMSEDÎNÊ GIMGIMÎ

Di sala 1969’an de li Gimgimê, li gundê Virancê hatiye dinê. Dibistana seretayî qedandiye. Ji sala 1997’an û virde ye li Amedê dijî. Karê dergevantiyê dike. Zewicadî ye û du zarokên wî hene.


ŞÊX SILO (SÊWÎ SILO) (1700 - 1800)

Di navbera salên 1700 û 1800’î de li herêma Serhedê jiyaye. Hevçerxê Evdalê Zeynikê ye. Di civatên mîr û axayan de her tim stran gotiye. Ew û Evdalê Zeynikê jî dane berhev. Evdal zora wî biriye. Dilê Şêx Silo ketiye keça Surmelî
Memed Paşa Serayiyê. Memed Paşa keça xwe nedayê. Li ser Serayiyê strana “Seraya Mamed Axa” çêkiriye.


TEHSÎNÊ PASÛRÎ

Di sala 1946’an de li qeza Pasûrê, li gundê Malêhaf hatiye dinê
Neçûye dibistanê, lê belê ji derve xwendiye û dîplomeya dibistana seretayî
stendiye. 43 salan li gund jiyaye. Li gund heywan xwedî kiriye, cotkarî û rezvanî kiriye. 3 salan qaçaxçîtî kiriye. Ji sala 1989’an vir de  ye li Diyarbekirê
dijî. Zewicandî ye û 8 zarokan wî hene.


YEMLÎXANÊ PÎRIKÎ

Di sala 1954’an de li Licê, li gundê Pîrikê hatiye dinê. Dibistan qet nexwendiye. Zewicandî ye û heft zarokên wî hene. Ji sala 1974’an û virde ye li Amedê dijî.


ZAHIRO

Di sala 1950’î de li Silîvayê, li gundê Mîreliya hatiye dinê. Dibistan qet nexwendiye. Eslê wan ji Amedê ye. Di sala 1970’î de li Kopê
dizewice. Di 17 saliya xwe de dest bi dengbêjiyê dike. Di 7-8 saliya wî de malbata wî ji Mîreliya koçî bajarê Mûşê, qeza Kopê dike. Heta 1993’an li Kopê dimîne. Bi pişt re di sala1993’an de mala xwe dibe herêma Egeyê, bajarê Aydinê. Zewicandî ye û 10 zarokên wî hene.


RESO (RESUL)

Li qeza Milazgirê, li gundê Gopala hatiye dinê. Nayê zanîn ku kîjan sal hatiye dinê. Eslê wan ji Elegeza Rewanê ye. Ji wan re dihat gotin “Macirên Avareş.” Li gundê Gopala di nav xizaniyê de jiyana xwe ji dest dide. Ji dengbêjên herî meşhûr ê Kurdan e.


MİRADÊ KİNÊ

Di sala 1942’an de li Kercewsê, li gundê Gêra Cehfer hatiye dinê. Ji bavê xwe û apê xwe fêrî stran û lêxistina ribabê bûye. Di 23 saliya xwe de mala xwe bar dike dibe Kerboranê û li wir dijî. Gelek kasetên wî hene. Di sala 1984’an de diçe ser heqiya xwe.


SİDÎQÊ TİLMÎNÎ

Di sala 1964’an de li qeza Silîvayê, li gundê Tilmînê hatiye dinê. Dibistana seretayî xelas kiriye. Ew bi xwe neviyên mîr Bedirxan begê Botî ne. Li gund bi karê cotkarî û paletiyê mijûl dibe. Zewicandî ye û şeş zarokên wî hene.


MEHEMED ELİYÊ BEDLÎSÎ

Di sala 1945’an de li Hîzanê, li gundê Arûsê hatiye dinê,. Eslê wan ji Cizîrê ye, lê mezinên wî berî 150 salan çûne li Bedlîsê bi cihûwar bûne. Li Arûsê mezin bûye. Mekteb nexwendiye. Di sala 1970’î de hatine li Diyarbekirê bi cihûwar bûne. Stranan ji dê, xal û birayê xwe fêr bûye. Zewicandî ye û bavê sê keçan e. Ji kar de ketiye. Li Diyarbekirê, li taxa Derê Mêrdînê dijî.


TEYİBO

Di sala 1933’an de li Misircê, li gundê Zêwikê ve hatiye dinê. Dibistan qet nexwendiye. Eslê wan ji Motka, ji eşîra Babosiyan e. Di sala 1973’an de koçî bajarê Sêrtê dike û li wir bi karê înşaetê mijûl dibe. Bi pişt re di sala 1992’an de teqawud dibe. Du jinên wî hene.


ŞAKİRÊ MEZRİKÎ

Di sala 1961’ê de li qeza Silîvayê, li gundê Mezrikê hatiye dinê. Dibistan qet nexwendiye. Li gund bi karê cotkarî û xwedîkirina heywanan mijûl  dibe. Zewicandî ye û neh zarokên wî hene.


MEHEMED SALİHÊ BEYNATÎ

Di sala 1938’an de li Silîvayê, li gundê Beynatê hatiye dinê. Dibistan qet nexwendiye. Di sala 1970’î de koçî qeza Silîvayê dike û li wir dengbêjiyê dike. Di sala 1981’ê de mala xwe dibe Mala Badê piştî sê salan, di sala 1984’an de diçe ser heqiya xwe. Heft zarokên wî hene.


EVDİREHÎMÊ PÎRİKÎ

Di sala 1932’an de  li qeza Licê, li gundê Pîrikê hatiye dinê. Dibistan qet nexwendiye. Zewicandî ye û heşt zarokên wî hene. Di sala 1979’an de koçî Amedê kiriye.


QUTBEDÎNÊ FARQÎNÎ

Di sala 1951’ê de li qeza Silîvatê, li gundê Başkoyê hatiye dinê. Dibistan qet nexwendiye. Di sala 1993’an de koçî Amedê dike. Li Amedê bi karê dergevantiyê mijûl dibe. Zewicandî ye û heft zarokên wî hene.


SİLÊMANÊ BÊRTÎ

Di sala 1966’an de li bajarê Elezîzê, li gundê Gulemanê hatiye dinê. Dibistan qet nexwendiye. Ji eşîra Bêrtiyan e. Bi karê şivantiyê mijûl dibe. Zewicandî ye û yanzdeh zarokên wî hene.


XALİTÊ XERZÎ

Di sala 1937’an de li qeza Hezoyê, li gundê Herbenûsê hatiye dinê. Dibistan qet nexwendiye. Di sala 1963’an de koçî Amedê dike. Ji fukulteya perwerdehiyê teqawut bûye. Zewicandî ye û şeş zarokên wî hene.


SEYİDXANÊ BOYAXÇÎ

Di sala 1938’an de li qeza Erxeniyê, li gundê Deşta Gewran hatiye dinê. Dibistan qet nexwendiye. Ji 15 saliya xwe û virde ye distrê. Ji şaredariya Amedê teqawut bûye. Zewicandî ye û heft zarokên wî hene.


SİDÎQÊ BOZO

Di sala 1954’an de li Çewlikê, li qeza Kanîreşê, li gundê Baxçe hatiye dinê. Di nav gel de wek Sidîqê Kurmanc tê naskirin. Dibistana navîn xelas kiriye. Zewicandî ye û çar zarokên wî hene.


ÛSİVÊ FARÎ

Di sala 1954’an de li Amedê, li gundê farê hatiye dinê. Dibistana seretayî xelas kiriye. Di sala 1987’an de koçî gundê Herbûtê dike. Li gund pez û dewaran bi xwedî dike. Birayê dengbêjê navdar Husêynê Farî ye. Zewicandî ye û heşt zarokên wî hene.

Amadekar: Mustafa Gazî