12.05.2011

ELMAS XAN

Di sala 1894’an de li herêma Cizîrê li gundê Xargulê hate dinê. Navê bavê wê Mehemed, navê diya wê jî Asya ye. Dotmama hunermenda hêja û delal Meryem Xanê ye. Ji Meryem Xanê 10 sal mezintir bûye. Di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de tevlî malbata xwe koçî Zaxoyê dike. Bi pişt re diçe Mûsilê, û ji wir jî diçe Bexdayê û li wir çend sêlikan çêdike. Li Bexdayê bi efserekî Îndilîz re dizewice. Dema peywira mêrê wê li Îraqê xelas dibe dixwaze Elmas Xanê jî li ba xwe bibe Îngilîstanê, lê Elmas Xan vê yekê qebûl nake. Elmas Xan naxwaze terka welat û miletê xwe bike. Ji lewma jî ew û mêrê xwe bi awayekî medenî hevdu berdidin. Piştî demeke dirêj bi Hecî Ebd Îsmeîl re dizewice. Li Bexdayê ji xwe re xaniyekî pir xweş û buha dikire. Deriyê mala xwe ji hemû hunermend û muzîkjenên Kurd re vedike û bi her awayî alîkarî dide wan. Demekê di beşa Kurdî ya Radyoya Bexdayê de bernameyekê çêdike. Di bernameya xwe de mazûvantiya gelek hunermendên Kurd dike û kesên ku bi muzîka Kurdî têkildar in teşwîq dike. Elmas Xan wê demê bi hunermendê nemir Hesen Cizrawî re hin stranan di sêlikan de dixwîne. Elmas Han hin stranên wek “Qumrîkê”, “Hey Nêrgiz”, “Rihana Min”, “Hatim Besta Beleka”, “Gulşênî” û “Lê Lê Kinê” di radyoyê de dixwîne û wan tomar dike. Di sala 1974’an de diçe ser dilovaniya xwe. Gora wê li Bexdayê li Goristana El-Mintiqeyê ye. Bi navê Hesîbe keçeke wê heye.