20.02.2011

BESER ŞAHÎN

Beser Şahîn di sala 1969’an de li bajarê Sêwasê, li Koçgiriyê, li gundê Şaxkoyê hatiye dinê. Malbata wê Elewî ye. Dibistana seretayî li gund, ya navendî jî li Îstenbolê dixwîne. Di Navenda Çanda Mezopotamyayê de heta sala 1992’an dixebite. Ew demekê di nav koma Serhildan û Koma Çiya de dixebite. Bi pişt re di sala 1992’an de ji bo mîhrîcanekê diçe Elmanyayê. Ji ber ku mehkemeyê di der heqê wê de biryara girtinê derxistibû êdî nekarî vegere Tirkiyeyê û li Elmanyayê bi cih dibe.
Albumên wê:
Rozerîn (Bi Koma Çiya re)

BİLİND ÎBRAHÎM

Bilind Îbrahîm di sala 1977’an de li Kurdistana Başûr li bajarê Duhokê hatiye dinê. Sala 1997’an piştî ku xwendina xwe ya bilind xelas dike di Peymangeha Hunerên Ciwan de di Pişka Muzîkê de dest bi mamostetiyê dike.
Albumên wî:
Were Perî
Seyranên Cana
Tomi Temen

ÇOPÎ

Çopî di sala 1983’an de li Kurdistana Başûr li bajarê Kerkûkê hatiye dinê. Malbata wê ji ber zilma Sedam di sala 1988’an de diçe li Holandayê bi cih dibe. Ji zarokatiya xwe û vir de ye bi muzîkê mijûl dibe. Di 16 saliya xwe de diçe li Elmanyayê li Akademiya Kurdî li cem Koma Berxwedan dixebite. Zewicandî ye û li Holandayê dijî.
Albumên wê:
Çît Naw Binêm
Nawit Denêm Jîno

BİRADER

Birader di sala 1958’an de li Mêrdînê li gundê Mûsîka hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn li Mêrdînê, lîseyê jî li Wanê xwendiye. Bavê wî dengbêj bûye. Lewma jî di civatên bavê xwe de bi guhdarî kirina stran û serpêhatiyan mezin bûye. Ji sala 1986’an vir de ye li Holandayê dijî. Ew bi xwe piraniya stranên xwe çêdike. Birader di heman demê de wênesazekî gelek baş e jî. Heta niha deh album çêkiriye.

19.02.2011

ALÎ BARAN

Alî Baran di sala 1956’an de li bajarê Dêrsimê li qeza Xozatê li gundê Bargeni-Axûcanê hatiye dinê. Di nav malbata wî de bi herdu zaravayên Kurdî, bi Kurmancî û Zazakî dihat axaftin. Lewre Alî Baran bi herdu zimanan diaxife û stranan dibêje. Di sala 1973’an de gava diçû lîseyê ji ber sedemên siyasî ji dibistanê tê avêtin. Lê ew diçe Xozatê û li wir lîseyê dixwîne û paşê jî xelas dike. Piştî demekê diçe Elmanyayê û li wir bi cihûwar dibe. Bavê wî Mehmûd Baran hunermendekî pir navdar bûye. Diya wî jî gelek baş stranan distra. Piştî derbeya 12 Îlonê di sala 1982’an de ji hemwelatiya Tirkiyeyê tê avêtin.
Albumên wî:
Lo warê
Helebçe û Zîndan
Destê Ma
Çene Çene
Teberik

CİWAN HACO

Ciwan Haco di sala 1957’an de li Kurdistana Sûriyê li bajarê Qamîşloyê hate dinê. Piştî xwendina xwe ya lîseyê çû Elmanyayê û li wir li bajarê Bochumê bi qasî sê salan muzîk xwend.
Albumên wî:
Pêşmerge (1979)
Diyarbekir (1981)
Gula Sor (1983)
Leyla (1985)
Çaw Bella (1989)
Dûrî (1994)
Derya (2003)
Na Na (2004)

ASLÎKA QADİR

Aslîka Qadir di sala 1945’an de li Elegezê, li navçeya Axbaranê hate dinê. Di sala 1968’an de ji Zanîngeha Yêrevanê ji fakulteya Rojhilatzaniyê mezûn bû. Bi pişt re bû mamosteya ziman û wêjeya Ermenî. Piştî çend salan jî di Wezareta Perwerdehiyê de bû pispora karê mamostetiyê. Piştî hilweşîna Sovyetan di sala 1990’î de ji ber zor û tehdeyiyên Ermeniyan berê xwe daEwropayê û li wir bi cih bû.

LEYLA ÎŞXAN

Malbata wê di sala 1912’an de ji ber bûyerên neyînê yên dewleta Osmanî diçe li Ermenistanê, li Elegezê bi cih dibe. Koka malbata wê digihîje Bazîdê. Eslê wan Êzidî ye. Leyla Îşxan jî piştî vê koçê tê dinê. Malbata wê aniha li Gurcistan û Moskowayê dijî. Albuma wê nîn e, lê stranên wê yên ku hatine tomar kirin di radyo û televîzyonan de tên parastin.

ESKER DEMİRBAŞ

Esker Demir baş di sala 1942’an de li Erdêxanê hatiye dinê. Ew di nava malbateke hunermend de mezin bûye. Ji apê xwe Surmelî, Cehferê Mirtib û dengbêjên wê demê hînî stranbêjiyê bûye. Di sala 1972’an de sêlika xwe ya ewil çêkiriye. Ew bi xwe jî stranan diafirîne. Heta niha çar sêlik, çend kaset û cd çêkiriye.

18.02.2011

ERDEWAN ZAXOYÎ

Erdewan Zaxoyî di sala 1957’an de li Zaxoyê hate dinê. Wî ji ber rewşa xwe ya xirab nekarî xwendina xwe temam bike. Di sala 1978’an de albuma xwe ya yekemîn çêkir. Bi pişt re bû pêşmerge. Dixwest biçe Ewropayê û li wir hunera xwe bi pêş bixe û muzîka Kurdî bigihîne hemû gelê Kurd. Dema bi hunerê mijûl dibû çend kaset çêkir. Ji ber ku ew hunermendekî şoreşger bû û bi sekn û helwesta xwe, bi hunera xwe ya muxalîf li hemberî dewleta Îraqê dixebitî di sala 1986’an de ji hêla îstixbarata rejîma Sedam ve li paytexta Bexdayê di otêlekê de tê girtin û û bi pişt re tê tune kirin. Heta îro kes nizane ku çi bi serê wî de hatiye.

EYAZ ZAXOYÎ

Eyaz Zaxoyî di sala 1961’ê de li Zaxoyê hate dinê. Xwendina xwe ya seretayî û amadeyiya çandinê li Zaxoyê xelas kir. Ji zarokatiya xwe de dest bi strandinê kir. Demekê çû di radyoya Bexdayê de stran xwendin û li wir gelek stran tomar kirin. Her weha di wê demê de bi Erdewan Zaxoyî re jî hin stranan tomar kirin. Strana wî ya herî navdar “Newroz Hat Bi Gul û Rihan” e. Di sala 1986’an de çû ser dilovaniya xwe. Li gor baweriya gel ew ji hêla dewleta Îraqê ve hatiye jehrdayî kirin. Heta mirina xwe çar album çêkir.