1.01.2011

MİHEMED ARİF CİZRAWÎ

Mihemed Arif Cizrawî di sala 1912’an de li Cizîrê hate dinê. Di sala 1926’an de piştî binketina şoreşa Şêx Seîd, tê girtin. Li zîndana Amedê gelek heval û hogirên wî tên daliqandin, lê ew ji ber biçûkbûniya emrê xwe ji daliqandinê xelas dibe. Piştî çar salan ji zîndanê tê berdan û bi pişt re jî diçe Zaxoyê. Di sala 1949’an de li Bexdayê di Radyoya Kurdî de dixebite heta sala 1979’an. Dema di radyoyê de dixebitî 333 kilam û stranê Kurdî tomar (qeyd) kir. Ew kilam û stranên ku wî qeyd kirine hemû di arşîva Radyoya Bexdayê de ne. Di sala 1984’an de nexweş dikeve û di sala 1986’an de li Duhokê diçe ser heqiya xwe.

HESEN CİZÎRÎ

Hesen Cizîrî di sala 1917’an de li Cizîrê hate dinê. Ji ber şertên dijwar ên aboriyê koçî Zaxoyê dike. Di 10 saliya xwe de ji ber êşa çavan çavê wî hêdî hêdî ber bi korbûnê diçe û piştî çend salan bi temamî dibe hafiz. Di sala 1941’ê de li radyoya Bexdayê dest bi xwendina stranên Kurdî dike. Di  sala 1961’ê de dizewice û ji wê zewacê du keç û kurek wî çêdibe. Di sala 1976’an de vedigere Zaxoyê û heta dawiya temenê xwe li wir dimîne. Di Tebaxa 1983’an de diçe ser dilovaniya xwe.
Berhemên wî:
Bilbilo
Canê
Metran Îsa
Siwaro
Saliho
Sosin

ZİNAR SOZDAR

Zinar Sozdar di sala 1972’an de li bajarê Elezîzê, li qeza Depê, li gundê Kizilca hatiye dinê. Di sala 1987’an de diçe Elmanyayê cem bavê xwe li wir bi cih dibe. Li wir zanîngeh xelas dike. Zinar Sozdar li Elmanyayê di şîrketeke Elmanî de wek muhendîsê kompîturê dixebite.
Albumên wî:
Gula Baxçê Min
Min Bêriya Te Kir
Hesreta Welat

YEKBÛN

Hunermend Yekbûn di sala 1979’an de li Îstenbolê hatiye dinê. Malbata wê ji Mêrdînê ye. Demekê di Koma Çiya de wek solîst xebitiye. Bi pişt re ji Koma Çiya veqetiyaye û xebatên xwe bi serê xwe domandiye. Mezûna zanîngehê ye. Zewicandî ye. Li Elmanyayê dijî.
Albumên wê:
1. Nîrwana
2. Kejê

FARQÎN

Hunermend Farqîn di sala 1969’an de li qeza Farqînê li gundê Pîrexala hatiye dinê. Malbata wî di sala 1972’an de koçî navenda Farqînê kiriye. Di sala 1980’î de ji ji ber sedemên siyasî malbata wî koçî bajarê Tirkiyeyê Kocaeliyê dike. di sala 1992’an de li şaredariya Amedê dikeve kar. Di sala 1993’an de tevî Koma Azad dibe. Farqîn di her sê albumên Koma Azad (Şemal, Bihuşta Min û Şar) de wek solîst gelek stran xwendin. Wî bi serê xwe, wek solo du album jî çêkirin, ku ji wan yek “Zimanê Kudî Zimanê Me Ye” û ya din jî “Roj Wê Bê” ye. Farqîn li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê xebatên Koma Azad didomîne. Zewicandî ye û pênc zarokên wî hene.

XALO

Hunermend Xalo di sala 1970’î de li Îdirê, li gundê Alqemerê hate dinê. Navê wî nasnameyê Suleyman Karadenîz e. Ji ber ku wî dixwest mirov qiymeteke bidin wî û ji wî hez bikin wî navê hunermendiyê, navê XALO li xwe danî. Heta dozdeh saliya xwe li gelek deran derdikeve ser dikê û hunera xwe îcra dike. Di dozdeh saliya xwe de diçe Ewropayê, li Elmanyayê, li bajarê Hamburgê bi cih dibe.  Wî gelek kaset û cd çêkirin. Albuma wî ya dawî “Bila Bêjin Dîno Bila” bû. Di Sibata 2010’î de wefat kir. Li gorî ku tê gotin ew bi penceşêra gewriyê ketibû û ev nexweşiya xedar li pêş strîna wî bûbû asteng û wî jî ji ber vê yekê xwe kuştibû.

AZAD BÎLEN

Azad Bîlen di sala 1975’an de li Mêrdînê li qeza Qoserê hatiye dinê. Heta pênc saliya xwe li Qoserê jiyaye. Bi pişt re bavê wî ji sedemên siyasî malê bar dike diçe paytexta Tirkiyeyê Enqerê û li wir bi cih dibe. Azad Bîlen zewicandî ye û keçeke wê heye. Li Enqerê dijî.
Albuma wî:
Welat

GULİSTAN PERWER

Di sala 1963'an de li gundê Vangogê (di navbera Wêranşar û Siwêrekê de) hatiye dinê. Malbata Gulistanê ji Midyadê hatiye Qerejdaxê. Ew û Şivan Perwer pismam û dotmamê  hev in. Diya wê Nesîbe xanim keça şêxê Qerejdaxê Şêx Abdullahê Şêx Nûrela ye. Bi dergûşî ji Şivan re bûye sozdar. Di sala 1979an de bi Şivan Perwer re zewicî. Kurekî wan heye; navê wî Serxwebûn Can e. 6 kaset, 2 LP û 2 CD'yên Gulistanê derketine.

GENCO

Hunermend Genco di sala 1974’an de li Farqînê, li gundê Çîçika hatiye dinê. Li Elmanyayê dijî û li wir di navendeke danûstendinê de dixebite. Zewicandî ye û du kurên wî hene.
Albumên wî:
Rûkê Dinê/Pîroz Dikim
Ziman

MİZGÎN TAHİR

Mizgîn Tahir hunermendeke operaya Kurdî ye. Ew li Kurdistana Sûriyê, li bajarê Dirbêsiyê ji dayik bûye. Konservatuara Şamê xelas kiriye. Bavê wê û çend bira û xwişkên wê weka wê dengxweş in û têkiliya wan bi muzîkê heye. Mizgîn Tahir zewicandî ye û keçeke wê heye. Li Amedê dijî.
Albuma wê:
Lorîka Adîloş

MURAT KUÇUKAVCİ

Murat Kuçukavci di sala 1979’an deli Konyayê, li qeza Cîhanbeyliyê, li gundê Kutuga hatiye dinê. Di sala 1998’an de diçe Ewropayê, li Danîmarkayê bi cih dibe. Murat Kuçukavci zewicandî ye.
Albuma wî:
Çavreşa Min

ROJÎN

Rojîn li Edenê hatiye dinê. Malbata wê ji Mêrdînê ye. Li Konsertuvara Şaredariya Edenê demekê berdewam dike. Bi pişt re dikeve Konservatuvara Dewletê ya Enqerê. Piştî ku Konservatuvara Dewletê ya Enqerê xelas dike li Şanoya Dewletê ya Enqerê dest bi kar dike. Rojîn di gelek leystikên şanoyê de leyistiye. Di sala 2005’an de xelata “Perperoka Zêr” wergirt. Rojîn niha hem li Şanoya Dewletê ya Erziromê karê leyistikvaniyê dike hem jî xebatên xwe yên muzîkê berdewam dike.
Albumên wê:
Ya Hep Ya hîç
Jan

KEMALÊ AMED

Kemalê Amed di sala 1978’an de li Amedê hatiye dinê. Dengê wî gelek dişibe dengê hunermendê mezin Şivan Perwer. Jiyana xwe li Enqere û Îstenbolê didomîne.
Albumên wî:
Rojek Min Dî
Ez Heval im
Kela Zilmê

EYŞE ŞAN

Eyşe Şan di sala 1938’an de li Amedê hate dinê. Navê diya wê Heciye, navê bavê wê Osman e. Bavê wê jî dengbêj bûye. Ew gelek d, tesîra bavê xwe de maye. Li mala wan her tim dengbêj diciviyan û şevbihêrkên xweş û bi coş pêk dianîn. Eyşe Şan ji bavê xwe û ji dengbêjên ku dihatin mala wan hînî gelek stranan bûye. Di bîst saliya wê de wê dizewicînin. Eyşe Şan ji wê zewaca bê dil pir diêşe. Piştî demekê keçeke wê çêdibe. Bi dû re dev ji mêrê xwe berdide û diçe Entabê ji xwe re dixebite. Demekê li radyoya Entabê bi Tirkî stranan dixwîne. Ji wir diçe Îstenbolê û pîlaqên Kurdî û Tirkî tomar dike. di sala 1972’an de diçe Elmanyayê û li wir bi cih dibe. Lê piştî demekê bedigere tê welatê xwe. Di sala 1979’an de diçe Kurdistana Başûr û li wir demekê dimîne û pişt re vedigere û li Îzmîrê li postexanê dikeve kar. Di sala 1996’an de ji ber nexweşiya penceşêrê wefat dike. Eyşe Şan gelek sêlik û kaset tomar kirin, ku ew berhemên wê ji hêla gel ve hîn jî bi coş û xiroşeke mezin tê guhdarî kirin.

DİYAR

Diyar di sala 1966’an de li bajarê Dêrsimê, li qeza Mazgirdê, li gundê Hewedanê hatiye dinê. Di sala 1988’an de diçe Ewropayê bi cih dibe û di pey re li wir bi karê hunerê mijûl dibe. Piştî demekê tevî Koma Berxwedan dibe. Di heft albumên Koma Berxwedan de wek hevalên xwe yên din stranan dixwîne. Bi pişt re di sala 1992’an de albuma xwe ya solo (Kerwan) çêdike. Diyar zewicandî ye û li Elmanyayê dijî.
Albumên wî:
Kerwan
Cenga Jînê
Wey Dinyayê
Tîna Rojê
Gulê Neçe
Oxir Be Ugur

MERYEM XAN

Meryem Xan di sala 1904’an de li Şirnexê, li gundê Dêrgolê hate dinê. Navê bavê wê Mihemed Ehmedê Botî ye. Di dema şerê cîhanê de malbata wê diçe Kurdistana Sûriyê. Meryem Xan li wir ji malbata Bedirxanan bi yekî dizewice. Lê mêrê wê destûr nade ku Meryemxan bi hunerê, bi xwendina stranan mijûl bibe. Ji ber vê yekê dev ji mêrê xwe berdide. Di sala 1924’an de diçe Zaxoyê li wir dozdeh salan dimîne. Di sala 1936’an de diçe Mûsilê û ji wir jî diçe Bexdayê. Li Bexdayê di mala keça apê xwe Elmas Xanê bi cih dibe. Meryem Xan li mala Elmas Xanê gelek hunermendên wek Mihemed Arif Cizrawî, Nesrîn Şêrwan, Seîd Axayê Cizîrî, Hesen Cizrawî, Elî Merdan nas dike. Bi pişt re Meryem Xan ji mala keça apê xwe vediqete û ji xwe re xaniyekî bi kirê dike û li wir bi cih dibe. Piştî wê sêlikan tomar dike. di sala 1939’an de radyoya Bexdayê vedibe û pêşbirka deng lidar dixe. Meryem Xan tevî pêşbirkê dibe û dibe yekemîn û di radyoyê de wek elemana bi qadro dest bi kar dike. Di sala 1949’an de ji ber nexweşiya gurçikan çû ser dilovaniya xwe. Wê heta mirina xwe ji du sedî bêtir stran xwend. Gelek sêlikên wê hene.

RODÎ

Hunermed Rodî di sala 1978’an de li bajarê Elezîzê li qeza Depê hatiye dinê. Ji sêzdeh-çardeh saliya xwe de bi muzîkê mijûl bûye. Di şîrketeke taybet de karê nûnertiyê dike. Gelek sal in li Elmanyayê dijî.
Albumên wî:
Gula Min Tu Negire
Tazî

ŞOREŞ

Hunermend Şoreş di sala 1978’an de li Amedê hatiye dinê. Zankoya Yuzuncu Yilê, Beşa Perwerdeyiya Muzîkê xelas kiriye. Li Enqerê li cihekî taybet hunera xwe îcra dike. Zewicandî ye û kurekî wî heye. Di albuma xwe ya bi navê “Fîsqaya”yê de straneke bi Tirkiya Amedê, bi devoka pêxwasan dixwîne, ku ev stran di terza bluesê de hatiye çêkirin.
Albuma wî:
Fîsqaya

FERHAT KANAT

Hunermend Ferhat Kanat li Konyayê, li qeza Cîhanbeyliyê, li gundê Încovê hatiye dinê. Di sala 2001’ê de diçe li Swêdê li paytexta Stockholmê li cem bavê xwe bi cih dibe. Li wir bi karê muzîkê mijûl dibe. Ferhat Kanat zewicandî ye.
Albuma wî:
Çi Bêjim

SEBAHEDDÎN YİLDİZ (XOCE)

Sebaheddîn Xoce ango Sebaheddîn Yildiz li bajarê Mûşê, li gundê Seqawiyê hatiye dinê. Piştî erdheja Gimgimê malbata wî malê bar kiriye aniye qeza Bismilê û li wir bi cih bûye. Zanîngeha Yuzuncu Yilê Beşa Mamostetiya Polî xelas kiriye. Ji Mamostetiyê teqawid bûye. Zewicandî ye û kur û keçeke wî heye. Li Amedê dijî.
Albumên wî:
Ez Dengbêj im
Vegere
Ji Kaniya Stranan

ROHAT DÎMEN

Hunermend Rohat Dîmen di sala 1978’an de li bajarê Mûşê, li qeza Melazgirê hatiye dinê. Ji biçûkatiya xwe vir de ye bi muzîkê mijûl dibe. Hostayekî baş ê tembûrê ye. Zewicandî ye û du zarokên wî hene. Li Mûşê dijî.
Albuma wî:
Dema Cengê

ÎBRAHÎM NÛHAT

Hunermend Îbrahîm Nûhat ji Amedê ye. Di biçûkatiya xwe de dest bi karê hunerê kiriye. Gava dest bi karê muzîkê kiriye pêşî bi perkusyonê dest pê kiriye lê bi pişt re bi dengê xwe yê gelek gelek baş bi awayekî profesyonelî di warê muzîkê de xebatên xwe domandiye. Carekê di îmtihana muzîka hunerî ya koroya TRT’ê (Saziya Radyo û Televîzyonê ya Tirkiyeyê) de bi ser ketiye û li wir qasî du salan perkusyon lêxistiye û korîstî kiriye. Ew di heman demê de piyanoyê jî baş bikar tîne. Îbrahîm Nûhat zewicandî ye. Li Amedê dijî.
Albuma wî:
Te Ez Kuştim/Lê Esmerê

GULÊ

Hunermend Gulê ji bajarê Erziromê ji qeza Xinûsê ye. Dema ew li lîseyê di sinifa dawî de bû malbata wê malê bar dike dibe Edenê. Gulê li Edenê Lîsê xelas dike û dest bi xwendina bilind dike, lê xwendina xwe ya bilind di nîvî de dihêle û diçe Ewropayê. Ji biçûkatiya xwe de ye bi muzîkê mijûl dibe. Zewicandî ye. Li Elmanyayê dijî.
Albuma wê:
Bejnê

ABDULLAH ŞAKAR

Hunermend Abdullah Şakar di sala 1982’an de li Amedê hatiye dinê. Di biçûkatiya xwe de dest bi muzîkê kiriye. Hunermend Abdullah Şakar Hostayekî gelek gelek baş ê gîtara bass e. Di gelek albumên hunermendên mezin de ji wan re bi gîtara xwe ya bass lêxistiye. Abdullah Şakar di heman demê de enstrumanên wek baxleme, gîtara klasîk, ûd, cimbûş û hwd. jî dizane lêxe. Abdullah Şakar li Îstenbolê dijî û komeke wî ya ji biyaniyan pêkhatî heye.
Albumên ku wî bi gîtara xwe ya bass jê re lêxistine jê re ev in:
Xêro Abbas, Yekbûn, Vova-Hamşetsu ğhag (Melodiyên Hemşînê), Sumer Ezgu, Yadîgar, Savaş Zûrnaci (Vîrtuozê Klarnetê), Ayfer.
Rêzefîlmên ku jê re lêxistine ev in: Beynelmîlel, Hatirla Sevgîlî, Yemîn, Aşka Surgun, Kûzey Ruzgari, Son Tercîh, Firtina

ŞÎLAN

Hunermend Şîlan di sala 1979’an de li Amedê hatiye dinê. Piştî heşt saliya wê bavê wê ji ber sedemên siyasî malbatê dibe Swêdê û li wir bi cih dibe. Eslê wan ji Dêrika Çiyayê Mazî ye. Mekteba bilind a bi navê İnternational Make Up Centerê xelas kiriye. Ji biçûkatiya xwe de ye bi muzîkê mijûl dibe. Zewicandî ye û keçeke wê heye. Li Swêdê dijî.
Albuma wê:
Yara Min

CANÊ

Hunermend Canê di sala 1971’ê de li bajarê Erziromê, li qeza Qereyaziyê hatiye dinê. Ji biçûkatiya xwe û vir de ye bi muzîkê mijûl dibe. Di warê muzîkê de ji hêla şan û bikaranîna deng de xwe daye perwerde kirin. Zewicandî bû, lê wê û mêrê xwe hevdû berdan. Keçeke wê heye. Li Ewropayê dijî.
Albumên wê:
Re Waye
Lê Lê Dayê
Eşqa Welat
Wezîrê Min
Dîlan Dîlan
Vegere

ÎBRAHÎM ROJHİLAT

Hunermend Îbrahîm Rojhilat di sala 1969’an de li bajarê Agiriyê, li qeza Bazîdê hatiye dinê. Demeke dirêj di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê de xebitî û li wir Koma Rojhilat ava kir. Di heman demê de li ser navê Koma Rojhilat albumeke bi navê “Mezrabotan im Ez” çêkirin. Îbrahîm Rojhilat di sala 1991’ê de koçî Awistralyayê kir. Xebatên xwe yên hunerî li Awistralyayê didomîne.
Albumên wî:
Bengî
Ji Te Dûr Bûm

ROTÎNDA

Hunermend Rotînda di sala 1963’an de li bajarê Mûşê, li qeza Gimgimê hatiye dinê. Di biçûkatiya xwe de bi muzîkê eleqedar dibe. Zanîngeh xelas kiriye. Demekê di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê de xebitî û bi pişt re çû Ewropayê û li wir bi cih bû. Rotînda xwedî terzeke nûjen e, ku ji ber vê yekê li ser ciwanên Kurd bandoreke xweş pêk aniye.
Albumên wî:
Çar Stêrk
Kedkar
Sîser
Naygotin
Li Te Geriyam
Ar-Jan

XANEMÎR

Hunermend Xanemîr li Bedlîsê, li qeza Tetwanê, li gundê Corsinî, li mezra Axkîsî ji diya xwe bûye. Di biçûkatiya xwe de dest bi muzîkê kiriye. xwendina xwe ya navîn li welêt, ya bilind li Awistralyayê temam kiriye. Demekê di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê de xebitiye. Bi pişt re çûye Awistralyayê û li wir bi cih bûye.
Albumên wî:
Mizgîn Gul Sor Bûne
Welatê Rojê
Arzeba
Mêvan im

ŞEHRÎBANA KURDÎ

Hunermend Şehrîbana Kurdî di sala 1973’an de ji bajarên Tirkiyeyê li Îzmîrê hatiye dinê. Malbata wê ji bajarê Mêrdînê, ji navçeya Qoserê, ji gundê Xorsê ye. Ji Eşîra Omeriyan in. Di biçûkatiya xwe de dest bi muzîkê kiriye. Qasî salekê di mijara deng de xwe daye perwerde kirin. Kurdeke welatparêz û oldar e. Li Elmanyayê dijî.
Albumên wê:
Ez Keç im Keça Kurdan im
Sorgula Min
Yek, Du, Sê
Ez Hatim
Evîna Stranan

ABBAS AHMED

Hunermend Abbas Ahmed di sala 1969’an de li Kurdistana Sûriyê, li bajarê Şalhmiyê hatiye dinê. Ji hêla muzîkê ve perwerdekirî ye. Di sala 1996’an de diçe Elmanyayê û li bajarê Munsterê bi cih dibe. Zewicandî ye û bi navê Jiyan keçek wî heye.
Albumên wî yên ku bi profesyonelî hatine çêkirin ev in:
Dey Nek
Barana Tirsê
Mêvana Xewnê

JAN AXÎN

Hunermend Jan Axîn di sala 1973’an de li Batmanê hatiye dinê. Ji biçûkatiya xwe û vir de ye bi muzîkê mijûl dibe. Fakulteya Perwerdehiyê ya Dîcleyê xelas kiriye. Hem mamostetî dike û hem jî bi hunerê mijûl dibe. Li Amedê dijî.
Albumên wî:
Bajar
Evînên Şikestî

ZUBÊR SALİH

Hunermend Zubêr Salih di sala 1970’î de li Kurdistana Sûriyê, li bajarê Dirbêsiyê hatiye dinê. Malbata wî ji pêncî salan zêdetir e ji Mêrdînê koçî Mêrdînê koçî Başûrê Rojava kiriye. Bavê wî Osê Salih dengbêj bû. Di biçûkatiya xwe de bi muzîkê eleqedar dibe. Di pênc saliya xwe de fêrî tembûrê dibe. Di çardeh saliya xwe de bi amatorî kaseta xwe ya yekemîn çêkir. Zubêr Salih bi piranî bi strana “Sabahul Xêr” tê nas kirin. Heta niha hijdeh album çêkiriye.

HOZAN SERHAD

Hunermend Hozan Serhad di sala 1970’î de li bajarê Agiriyê, li qeza Eleşgirdê hate dinê. Navê wî nasnameyê Suleyman Alpdogan e. Li Îzmîrê Zanîngeha Egeyê Beşa Konservatuvara Dewletê bi kar dike û dixwîne. Bi pişt re tevî têkoşîna neteweyî dibe. Di sala 1999’an de li Colemergê ji hêla artêşa dewletê ve tê kuştin. Kaseteke wî ya bi navê “Hewlêr” heye.

DİLGEŞ

Hunermend Dilgeş di sala 1952’an de li bajarê Mêrdînê, li qeza Nisêbînê, li gundê Fisqînê hatiye dinê. Ew bi xwe Êzidî ne. Di biçûkatiya xwe de bi muzîkê eleqedar bûye. Di sala 1979’an de ji welêt derdikeve û diçe Ewropayê, li Elmanyayê bi cih dibe. Xebatên xwe yên hunerî li Elmanyayê didomîne. Mixabin ev hunermendê me yê hêja û berketî ji ber nexweşiya şekir gelek caran ji huner û hezkiriyên xwe dûr dimîne. Hunermend Dilgeş zewicandî ye û bavê deh zarokan e.
Albumên wî:
Ma Qey Bindestî Behra Me ye
Dayê Hêsîrê
De Lêxin
Newroza Cejna Gelê Me
Karkero Proletero
Serî Dan û Sir nedan
Muxtaro
Biçûkê Canê
Ez û Yar

ZERDEŞT

Hunermend Zerdeşt bi eslê xwe ji Midyadê ye. Di biçûkatiya xwe de bi muzîkê eleqedar dibe. Di sala 1985’an de koçî Ewropayê dike û Elmanyayê bi cih dibe. Li Elmanyayê bi hevalên xwe re Koma Mêrdîn ava dike. Bi pişt re navê komê diguherîne dike Koma Medya. Xebatên xwe li Ewropayê li cihên curbicur didomîne.
Albuma wî:
Aşitî