12.05.2011

ELMAS XAN

Di sala 1894’an de li herêma Cizîrê li gundê Xargulê hate dinê. Navê bavê wê Mehemed, navê diya wê jî Asya ye. Dotmama hunermenda hêja û delal Meryem Xanê ye. Ji Meryem Xanê 10 sal mezintir bûye. Di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de tevlî malbata xwe koçî Zaxoyê dike. Bi pişt re diçe Mûsilê, û ji wir jî diçe Bexdayê û li wir çend sêlikan çêdike. Li Bexdayê bi efserekî Îndilîz re dizewice. Dema peywira mêrê wê li Îraqê xelas dibe dixwaze Elmas Xanê jî li ba xwe bibe Îngilîstanê, lê Elmas Xan vê yekê qebûl nake. Elmas Xan naxwaze terka welat û miletê xwe bike. Ji lewma jî ew û mêrê xwe bi awayekî medenî hevdu berdidin. Piştî demeke dirêj bi Hecî Ebd Îsmeîl re dizewice. Li Bexdayê ji xwe re xaniyekî pir xweş û buha dikire. Deriyê mala xwe ji hemû hunermend û muzîkjenên Kurd re vedike û bi her awayî alîkarî dide wan. Demekê di beşa Kurdî ya Radyoya Bexdayê de bernameyekê çêdike. Di bernameya xwe de mazûvantiya gelek hunermendên Kurd dike û kesên ku bi muzîka Kurdî têkildar in teşwîq dike. Elmas Xan wê demê bi hunermendê nemir Hesen Cizrawî re hin stranan di sêlikan de dixwîne. Elmas Han hin stranên wek “Qumrîkê”, “Hey Nêrgiz”, “Rihana Min”, “Hatim Besta Beleka”, “Gulşênî” û “Lê Lê Kinê” di radyoyê de dixwîne û wan tomar dike. Di sala 1974’an de diçe ser dilovaniya xwe. Gora wê li Bexdayê li Goristana El-Mintiqeyê ye. Bi navê Hesîbe keçeke wê heye.

5.04.2011

ZOYA

Di sala 1986’an de li Kurdistana Sûriyê, li bajarê Qamişloyê hatiye dinê. Di sala 2003’an de dema hê 17 salî bû di daweta xwe de li pêşberî civatê dest bi strandinê kiriye û piştî wê di riya hunera Kurdî de her xwe pêşve biriye. Bi kemanjen Lezgîn Xalid re zewiciye. Bi navê Eyaz kurekî wê heye. Li Serê Kaniyê jiyana xwe didomîne.
Albumên wê:
Çavê Te
Hêvî Nema

15.03.2011

FERHAT TUNÇ

Ferhat Tunç di sala 1964’an de li Dêrsimê hatiye dinê. Di temenê xwe yê biçûk de bi muzîkê mijûl bûye. Piştî ku lîseyê xelas dike di sala 1979’an de diçe Elmanyayê li ba malbata xwe bi cih dibe.
Albumên wî:
Kızılırmak (li Elmanyayê) 1982
Bu Yürek Bu Sevda Var İken (li Elmanyayê) 1984
Vurgunum Hasretine 1986
Ay Işığı Yana Yana 1987
Yaşam Direnmektir 1988
İstanbul Konserleri-1 1988
Vuruldu 1989
Gül Vatan 1990
Ateş Gibi 1991
İstanbul Konserleri-2 1992
Firari Sevdam 1993
Özlemin Dağ Rüzgarı 1994
Kanı Susturun 1995
Kayıp 1997
Kavgamın Çiçeği 1999
Her Mevsim Bahardır 2000
Şarkılarım Tanıktır 2002
Nerdesin Ey Kardeşlik 2003

AYFER DUZDAŞ

Hunermend Ayfer Duzdaş di sala 1973’an de li Sêwasê hatiye dinê. Dibistana seretayî, ya navîn û lîseyê li Îstenbolê xelas kiriye. Li Lîseya Hunerên Bedew a Perayê dersên şan û kemanê distîne. Di sala 1997’an de tevlî Koma Vengê Sodirî dibe, ku ev koma muzîkê di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê de dixebitî û hunera xwe bi zaravaya Zazakî dimeşand. Ayfer Duzdaş di heman demê de di sala 1988’an de di nav Koma Asmîn a ji jinan pêkhatî de jî cihê xwe digre. Hê jî di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyê de xebatên xwe yên hunerî didomîne. Di sala 2008’an de bi navê Leylan albuma xwe ya solo derxist.

HOZAN DÎNO

Hozan Dîno di sala 1969’an de li bajarê Erdêxanê li gundê Xewiskarê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn li Navcasaxê (Haskoy) xwendiye. Xwendina xwe ya bilind li Dibistana Mamostetî ya Gumuşhaneyê û li Îstenbolê domandiye, lê ji ber hin sedemên taybet di pola dawî de dev ji xwendina xwe berdaye. Di neh saliya xwe de bi muzîkê eleqedar bûye û ji kekê xwe hînî lêdana tembûrê bûye. Demekê di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê de xebitiye. Di sala 1995’an de ji ber sedemên siyasî tê binçav kirin. Di sala 1988’an de neçar dimîne diçe Ewropayê û li Holandayê bi cih dibe.
Albumên wî:
Lê Dayê
Çû
Namûs

14.03.2011

BULENT TURAN

Bulent Turan di sala 1970’î de li bajarê Amedê li qeza Erxeniyê hatiye dinê. Dibistana seretayî û lîseyê li Erxeniyê xwend. Di 6 saliya xwe de dest bi muzîkê kir. Di sala 1994’an de bi çend kesan re Koma Rewşen ava kir. Di sala 1997’an de bi navê “Çiyayê Bêzar” albumek çêkirin. Di sala 2000’î de tevlî Koma Gulên Xerzan bû. Ji sala 2003’an û vir de ye bi serê xwe dixebite. Di sala 2006’an bi navê AMEDÊ albuma xwe ya solo çêkir. Zewicandî ye. Niha li Amedê bi cih bûye û xebatên xwe yên hunerî li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê dimeşîne.

ROJHAN BEKEN

Rojhan Beken di sala 1974’an de li Mêrdînê hatiye dinê. Di biçûkatiya xwe de bi muzîkê mijûl bûye. Zanîngeha Trakyayê Fakulteya Perwerdehiyê xelas kiriye. Ji ber ku dûrî welatê xwe jiyaye ji zimanê xwe yê zikmakî bêpar maye. Rojhan Beken di heman demê de gotinên stranan dinivîse û besteyan çêdike. Gelek stranên wî yên Tirkî ji hêla hunermendê bi nav û deng Haluk Levent ve hatiye xwendin. Hin stranên wî yên ku ji hêla Haluk Levent ve hatine xwendin ev in: Bir Mesaj Gonder, Aşktan Emir Var, Multeci…
Rojekê Haluk Levent jê re dibêje, “ma tu ne Kurd î? Tu çima stranên xwe bi zimanê diya xwe yê ku ji te re pê çîrok digotin nabêjî?” Piştî van gotinan Rojhan Beken ji bo ku stranên xwe bi Kurdî bixwîne dixebite û albumeke bi navê “Lawo” çêdike. Terza Rojhan Beken rock e. Li Îstenbolê dijî.

12.03.2011

ROJDA

Rojda di sala 1978’an de li bajarê Sêrtê li qeza Gurdilanê li gundê Tutunê hatiye dinê. Piştî ku dibistana seretayî diqedîne ji bo berdewam kirina xwendina xwe diçe Îstenbolê. Di sala 1991’ê de li Îstenbolê tevlî Koma Gulên Xerzan dibe, ku ev kom ji hêla kekê wî Çiya ve hatibû damezirandin. Rojda bi vê komê re di heman demê de dest bi jiyana xwe ya muzîkê jî dike. Rojda di sala 1993’an de xebatên xwe tevlî komê li Navenda Çanda Mezopotamyayê berdewam dike. Di sala 1997’an de tevlî 10 jinan di ava kirina Koma Asmîn  de cih digire. Di sala 2006’an de ji Koma Gulên Xerzan vediqete û êdî bi serê xwe dixebite. Bi Alaettîn Aykoç re zewicandî ye.
Albumên wê:
Ji Bîr Nabin (Bi Koma Gulên Xerzan re)
Sonda Me (Bi Koma Gulên Xerzan re)
Rûkena min (Bi Koma Gulên Xerzan re)
Sebra Min

6.03.2011

ŞİVAN PERWER

Şivan Perwer di sala 1955’an de li bajarê Ruhayê, li qeza Siwêrekê, li gundê Sorî hatiye dinê. Bavê wî di heman demê de dengbêj bûye. Şivan her tim ji bavê xwe guhdariya stranên wek "Siyabend û Xecê", "Mem û Zîn", "Kirîvê" û hwd. dikir. Şivan Perwer di tesîra stranbêj û dengbêjên wek Meryem Xan, Mihemed Arifê Cizrawî, Hesen Cizrawî, Kawîs Axa û Îsa Berwarî de dimîne.
Şivan dibistana seretayî li gund dixwîne, dibistana navîn û lîseyê li Ruhayê dixwîne.  Dema di lîseyê de dixwend, ji aliyê dibistanê ve şevek tê amadekirin. Şivan di wê şevê de cara yekemîn hem bi Tirkî û hem jî bi Kurdî stranan dixwîne. Piştî wê şevê li bajarê Ruhayê nav û dengê Şivan belav dibe. Piştî xwendina xwe ya lîseyê di sala 1974’an de îmtihana zanîngehê kar dike û diçe Enqerê qeyda xwe li Enstîtuya Perwerdeyî ya Gazî Beşa Matematîkê çêdike. Li vê Enstîtuyê hin xwendekarên Kurd nas dike û bi wan re dikeve têkiliyê, ji wan bandordar dibe û êdî hunera xwe di riya têkoşînê de îcra dike. Di sala 1975’an de entelektuelên Kurd li Enqerê “Şeva Rojhilat” lidar dixin. Şivan derdikeve ser dikê û stranên Kurdî dixwîne û qelebalixa wê derê gelek hestiyar dike. Piştî şahiyê polês dixwazin wî biqefêlin, lê nikarin wî zeft bikin. Şivan xwe ji polêsan vedişêre. Êdî piştî wê rojê li pêşberî bi deh hezaran mirovan stranan dixwîne. Li Bakur konsera xwe ya yekemîn li bajarê Ruhayê li qeza Pirsûsê lidar dixe, konserên xwe yên din jî li cihên wek Ruha, Amed, Batman, Sêrt, Agirî, Bazîdê lidar dixe. Konsera wî li Pirsûsê pir zêde qelebalix derbas dibe. Dewleta Tirk êdî ji bo ku rê li Şivan bigre û wî bigre dest bi zilm û tehdeyiyan dike. Ji ber ku ji aliyê dadgehê ve di der heqê wî de biryara girtinê tê dayîn Şivan Perwer neçar dimîne ku ji welatê xwe dûr bikeve. Di sala 1976’an de diçe Ewropayê, li welatê Elmanyayê li bajarê Kolnê bi cih dibe. Bi pişt re bi Gulistan Perwer re dizewice. Ji wê zewacê kurekî wan ê bi navê Serxwebûn çêdibe. Ji sala 2009’an vir de ye li Frankfurtê dijî.
Albumên wî:
Govenda Azadîxwazan (1975)
Ey Ferat (1978)
Kî ne Em (1979)
Hay Dil (1980)
Gelê Min Rabe (1981)
Agirî (1982)
Bilbilo / Ferzê (1983)
Dotmam (1985)
Lê Dîlberê (1986)
Ya Star (1995)
Nazê (1996)
Hêviya Te (1999)
Roj û Heyv (2000)
Sarê (2001)
Helbestên bijartî -1- Kirîvê (2002)
Helbestên bijartî -2- Klasîk (2003)
Helbestên Bijartî -3- (2004)
Min bêriya te kiriye (2004)
Dîwana (2005)

5.03.2011

DERWÊŞ SERHEDÎ

Derwêş Serhedî di sala 1964’an de li Qersê li gundekî Cilawizê hatiye dinê. Dibistana seretayî li gund, ya navîn jî li Qersê xwendiye. Di bin tesîra apê xwe Rizayê Fetî û dengbêjên Kurd ên di radyoya Rewanê de maye. Di sala 1987’an de diçe Ewropayê li welatê Elmanyayê bi cih dibe. Baş li tembûr, mey û zirnê dide.
Albumên wî:
Kûra Çayê - 1997
Stranên Gelerî (Xecê - Siyabend) - 2000
Şerê Girîdaxê - 2004
Rengên Govendê - 2007
Dîlan û Gazgaz - 2008
Govenda Gasinê - 2010

1.03.2011

AYNUR DOGAN

Aynur Dogan di sala 1975’an de li bajarê Dêrsimê li qeza Çemîşgezekê hatiye dinê. Li Îstenbolê di xwendegeha muzîkê de (ASM) xwe ji hêla baxleme û muzîkê ve daye perwerde kirin. Li cem Begum Erdem û Aşkin Metîner jî ji hêla şanê ve xwe daye perwerde kirin. Di gelek fîlman de bi dengê xwe cih girtiye. Di fîlmê Yavuz Turgul ê bi navê “Gonul Yarasi” de strana Darhejîrokê bi awayekî xwezayî gotiye û ev stran bi vî fîlmî û bi dengê wê gelek belav û navdar beye.
Albumên wê:
Nûpel (2005)
Rewend (2010)

BAWER CAN

Bawer Can li bajarê Mêrdînê li qeza Dêrikê hatiye dinê. Dibistana seretayî, ya navîn û lîseyê li Dêrikê xwendiye. Di sala 1987’an de ligel Turhan Yapiştiran Koma Azad ava kiriye. Di sala 1991’e de bi ava bûna Navenda Çanda Mezopotamyayê re xebatên xwe li wir domandiye. Ji ber zilm û tehdeyiya dewletê di sala 1996’an de çûye Ewropayê û li wir bi cih bûye. Li wir mamostetiya muzîkê dike.
Albumên wî:
Şemal (Koma Azad)
Vegerya
Gulbîn

20.02.2011

BESER ŞAHÎN

Beser Şahîn di sala 1969’an de li bajarê Sêwasê, li Koçgiriyê, li gundê Şaxkoyê hatiye dinê. Malbata wê Elewî ye. Dibistana seretayî li gund, ya navendî jî li Îstenbolê dixwîne. Di Navenda Çanda Mezopotamyayê de heta sala 1992’an dixebite. Ew demekê di nav koma Serhildan û Koma Çiya de dixebite. Bi pişt re di sala 1992’an de ji bo mîhrîcanekê diçe Elmanyayê. Ji ber ku mehkemeyê di der heqê wê de biryara girtinê derxistibû êdî nekarî vegere Tirkiyeyê û li Elmanyayê bi cih dibe.
Albumên wê:
Rozerîn (Bi Koma Çiya re)

BİLİND ÎBRAHÎM

Bilind Îbrahîm di sala 1977’an de li Kurdistana Başûr li bajarê Duhokê hatiye dinê. Sala 1997’an piştî ku xwendina xwe ya bilind xelas dike di Peymangeha Hunerên Ciwan de di Pişka Muzîkê de dest bi mamostetiyê dike.
Albumên wî:
Were Perî
Seyranên Cana
Tomi Temen

ÇOPÎ

Çopî di sala 1983’an de li Kurdistana Başûr li bajarê Kerkûkê hatiye dinê. Malbata wê ji ber zilma Sedam di sala 1988’an de diçe li Holandayê bi cih dibe. Ji zarokatiya xwe û vir de ye bi muzîkê mijûl dibe. Di 16 saliya xwe de diçe li Elmanyayê li Akademiya Kurdî li cem Koma Berxwedan dixebite. Zewicandî ye û li Holandayê dijî.
Albumên wê:
Çît Naw Binêm
Nawit Denêm Jîno

BİRADER

Birader di sala 1958’an de li Mêrdînê li gundê Mûsîka hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn li Mêrdînê, lîseyê jî li Wanê xwendiye. Bavê wî dengbêj bûye. Lewma jî di civatên bavê xwe de bi guhdarî kirina stran û serpêhatiyan mezin bûye. Ji sala 1986’an vir de ye li Holandayê dijî. Ew bi xwe piraniya stranên xwe çêdike. Birader di heman demê de wênesazekî gelek baş e jî. Heta niha deh album çêkiriye.

19.02.2011

ALÎ BARAN

Alî Baran di sala 1956’an de li bajarê Dêrsimê li qeza Xozatê li gundê Bargeni-Axûcanê hatiye dinê. Di nav malbata wî de bi herdu zaravayên Kurdî, bi Kurmancî û Zazakî dihat axaftin. Lewre Alî Baran bi herdu zimanan diaxife û stranan dibêje. Di sala 1973’an de gava diçû lîseyê ji ber sedemên siyasî ji dibistanê tê avêtin. Lê ew diçe Xozatê û li wir lîseyê dixwîne û paşê jî xelas dike. Piştî demekê diçe Elmanyayê û li wir bi cihûwar dibe. Bavê wî Mehmûd Baran hunermendekî pir navdar bûye. Diya wî jî gelek baş stranan distra. Piştî derbeya 12 Îlonê di sala 1982’an de ji hemwelatiya Tirkiyeyê tê avêtin.
Albumên wî:
Lo warê
Helebçe û Zîndan
Destê Ma
Çene Çene
Teberik

CİWAN HACO

Ciwan Haco di sala 1957’an de li Kurdistana Sûriyê li bajarê Qamîşloyê hate dinê. Piştî xwendina xwe ya lîseyê çû Elmanyayê û li wir li bajarê Bochumê bi qasî sê salan muzîk xwend.
Albumên wî:
Pêşmerge (1979)
Diyarbekir (1981)
Gula Sor (1983)
Leyla (1985)
Çaw Bella (1989)
Dûrî (1994)
Derya (2003)
Na Na (2004)

ASLÎKA QADİR

Aslîka Qadir di sala 1945’an de li Elegezê, li navçeya Axbaranê hate dinê. Di sala 1968’an de ji Zanîngeha Yêrevanê ji fakulteya Rojhilatzaniyê mezûn bû. Bi pişt re bû mamosteya ziman û wêjeya Ermenî. Piştî çend salan jî di Wezareta Perwerdehiyê de bû pispora karê mamostetiyê. Piştî hilweşîna Sovyetan di sala 1990’î de ji ber zor û tehdeyiyên Ermeniyan berê xwe daEwropayê û li wir bi cih bû.

LEYLA ÎŞXAN

Malbata wê di sala 1912’an de ji ber bûyerên neyînê yên dewleta Osmanî diçe li Ermenistanê, li Elegezê bi cih dibe. Koka malbata wê digihîje Bazîdê. Eslê wan Êzidî ye. Leyla Îşxan jî piştî vê koçê tê dinê. Malbata wê aniha li Gurcistan û Moskowayê dijî. Albuma wê nîn e, lê stranên wê yên ku hatine tomar kirin di radyo û televîzyonan de tên parastin.

ESKER DEMİRBAŞ

Esker Demir baş di sala 1942’an de li Erdêxanê hatiye dinê. Ew di nava malbateke hunermend de mezin bûye. Ji apê xwe Surmelî, Cehferê Mirtib û dengbêjên wê demê hînî stranbêjiyê bûye. Di sala 1972’an de sêlika xwe ya ewil çêkiriye. Ew bi xwe jî stranan diafirîne. Heta niha çar sêlik, çend kaset û cd çêkiriye.

18.02.2011

ERDEWAN ZAXOYÎ

Erdewan Zaxoyî di sala 1957’an de li Zaxoyê hate dinê. Wî ji ber rewşa xwe ya xirab nekarî xwendina xwe temam bike. Di sala 1978’an de albuma xwe ya yekemîn çêkir. Bi pişt re bû pêşmerge. Dixwest biçe Ewropayê û li wir hunera xwe bi pêş bixe û muzîka Kurdî bigihîne hemû gelê Kurd. Dema bi hunerê mijûl dibû çend kaset çêkir. Ji ber ku ew hunermendekî şoreşger bû û bi sekn û helwesta xwe, bi hunera xwe ya muxalîf li hemberî dewleta Îraqê dixebitî di sala 1986’an de ji hêla îstixbarata rejîma Sedam ve li paytexta Bexdayê di otêlekê de tê girtin û û bi pişt re tê tune kirin. Heta îro kes nizane ku çi bi serê wî de hatiye.

EYAZ ZAXOYÎ

Eyaz Zaxoyî di sala 1961’ê de li Zaxoyê hate dinê. Xwendina xwe ya seretayî û amadeyiya çandinê li Zaxoyê xelas kir. Ji zarokatiya xwe de dest bi strandinê kir. Demekê çû di radyoya Bexdayê de stran xwendin û li wir gelek stran tomar kirin. Her weha di wê demê de bi Erdewan Zaxoyî re jî hin stranan tomar kirin. Strana wî ya herî navdar “Newroz Hat Bi Gul û Rihan” e. Di sala 1986’an de çû ser dilovaniya xwe. Li gor baweriya gel ew ji hêla dewleta Îraqê ve hatiye jehrdayî kirin. Heta mirina xwe çar album çêkir.

1.01.2011

MİHEMED ARİF CİZRAWÎ

Mihemed Arif Cizrawî di sala 1912’an de li Cizîrê hate dinê. Di sala 1926’an de piştî binketina şoreşa Şêx Seîd, tê girtin. Li zîndana Amedê gelek heval û hogirên wî tên daliqandin, lê ew ji ber biçûkbûniya emrê xwe ji daliqandinê xelas dibe. Piştî çar salan ji zîndanê tê berdan û bi pişt re jî diçe Zaxoyê. Di sala 1949’an de li Bexdayê di Radyoya Kurdî de dixebite heta sala 1979’an. Dema di radyoyê de dixebitî 333 kilam û stranê Kurdî tomar (qeyd) kir. Ew kilam û stranên ku wî qeyd kirine hemû di arşîva Radyoya Bexdayê de ne. Di sala 1984’an de nexweş dikeve û di sala 1986’an de li Duhokê diçe ser heqiya xwe.

HESEN CİZÎRÎ

Hesen Cizîrî di sala 1917’an de li Cizîrê hate dinê. Ji ber şertên dijwar ên aboriyê koçî Zaxoyê dike. Di 10 saliya xwe de ji ber êşa çavan çavê wî hêdî hêdî ber bi korbûnê diçe û piştî çend salan bi temamî dibe hafiz. Di sala 1941’ê de li radyoya Bexdayê dest bi xwendina stranên Kurdî dike. Di  sala 1961’ê de dizewice û ji wê zewacê du keç û kurek wî çêdibe. Di sala 1976’an de vedigere Zaxoyê û heta dawiya temenê xwe li wir dimîne. Di Tebaxa 1983’an de diçe ser dilovaniya xwe.
Berhemên wî:
Bilbilo
Canê
Metran Îsa
Siwaro
Saliho
Sosin

ZİNAR SOZDAR

Zinar Sozdar di sala 1972’an de li bajarê Elezîzê, li qeza Depê, li gundê Kizilca hatiye dinê. Di sala 1987’an de diçe Elmanyayê cem bavê xwe li wir bi cih dibe. Li wir zanîngeh xelas dike. Zinar Sozdar li Elmanyayê di şîrketeke Elmanî de wek muhendîsê kompîturê dixebite.
Albumên wî:
Gula Baxçê Min
Min Bêriya Te Kir
Hesreta Welat

YEKBÛN

Hunermend Yekbûn di sala 1979’an de li Îstenbolê hatiye dinê. Malbata wê ji Mêrdînê ye. Demekê di Koma Çiya de wek solîst xebitiye. Bi pişt re ji Koma Çiya veqetiyaye û xebatên xwe bi serê xwe domandiye. Mezûna zanîngehê ye. Zewicandî ye. Li Elmanyayê dijî.
Albumên wê:
1. Nîrwana
2. Kejê

FARQÎN

Hunermend Farqîn di sala 1969’an de li qeza Farqînê li gundê Pîrexala hatiye dinê. Malbata wî di sala 1972’an de koçî navenda Farqînê kiriye. Di sala 1980’î de ji ji ber sedemên siyasî malbata wî koçî bajarê Tirkiyeyê Kocaeliyê dike. di sala 1992’an de li şaredariya Amedê dikeve kar. Di sala 1993’an de tevî Koma Azad dibe. Farqîn di her sê albumên Koma Azad (Şemal, Bihuşta Min û Şar) de wek solîst gelek stran xwendin. Wî bi serê xwe, wek solo du album jî çêkirin, ku ji wan yek “Zimanê Kudî Zimanê Me Ye” û ya din jî “Roj Wê Bê” ye. Farqîn li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê xebatên Koma Azad didomîne. Zewicandî ye û pênc zarokên wî hene.

XALO

Hunermend Xalo di sala 1970’î de li Îdirê, li gundê Alqemerê hate dinê. Navê wî nasnameyê Suleyman Karadenîz e. Ji ber ku wî dixwest mirov qiymeteke bidin wî û ji wî hez bikin wî navê hunermendiyê, navê XALO li xwe danî. Heta dozdeh saliya xwe li gelek deran derdikeve ser dikê û hunera xwe îcra dike. Di dozdeh saliya xwe de diçe Ewropayê, li Elmanyayê, li bajarê Hamburgê bi cih dibe.  Wî gelek kaset û cd çêkirin. Albuma wî ya dawî “Bila Bêjin Dîno Bila” bû. Di Sibata 2010’î de wefat kir. Li gorî ku tê gotin ew bi penceşêra gewriyê ketibû û ev nexweşiya xedar li pêş strîna wî bûbû asteng û wî jî ji ber vê yekê xwe kuştibû.

AZAD BÎLEN

Azad Bîlen di sala 1975’an de li Mêrdînê li qeza Qoserê hatiye dinê. Heta pênc saliya xwe li Qoserê jiyaye. Bi pişt re bavê wî ji sedemên siyasî malê bar dike diçe paytexta Tirkiyeyê Enqerê û li wir bi cih dibe. Azad Bîlen zewicandî ye û keçeke wê heye. Li Enqerê dijî.
Albuma wî:
Welat

GULİSTAN PERWER

Di sala 1963'an de li gundê Vangogê (di navbera Wêranşar û Siwêrekê de) hatiye dinê. Malbata Gulistanê ji Midyadê hatiye Qerejdaxê. Ew û Şivan Perwer pismam û dotmamê  hev in. Diya wê Nesîbe xanim keça şêxê Qerejdaxê Şêx Abdullahê Şêx Nûrela ye. Bi dergûşî ji Şivan re bûye sozdar. Di sala 1979an de bi Şivan Perwer re zewicî. Kurekî wan heye; navê wî Serxwebûn Can e. 6 kaset, 2 LP û 2 CD'yên Gulistanê derketine.

GENCO

Hunermend Genco di sala 1974’an de li Farqînê, li gundê Çîçika hatiye dinê. Li Elmanyayê dijî û li wir di navendeke danûstendinê de dixebite. Zewicandî ye û du kurên wî hene.
Albumên wî:
Rûkê Dinê/Pîroz Dikim
Ziman

MİZGÎN TAHİR

Mizgîn Tahir hunermendeke operaya Kurdî ye. Ew li Kurdistana Sûriyê, li bajarê Dirbêsiyê ji dayik bûye. Konservatuara Şamê xelas kiriye. Bavê wê û çend bira û xwişkên wê weka wê dengxweş in û têkiliya wan bi muzîkê heye. Mizgîn Tahir zewicandî ye û keçeke wê heye. Li Amedê dijî.
Albuma wê:
Lorîka Adîloş

MURAT KUÇUKAVCİ

Murat Kuçukavci di sala 1979’an deli Konyayê, li qeza Cîhanbeyliyê, li gundê Kutuga hatiye dinê. Di sala 1998’an de diçe Ewropayê, li Danîmarkayê bi cih dibe. Murat Kuçukavci zewicandî ye.
Albuma wî:
Çavreşa Min

ROJÎN

Rojîn li Edenê hatiye dinê. Malbata wê ji Mêrdînê ye. Li Konsertuvara Şaredariya Edenê demekê berdewam dike. Bi pişt re dikeve Konservatuvara Dewletê ya Enqerê. Piştî ku Konservatuvara Dewletê ya Enqerê xelas dike li Şanoya Dewletê ya Enqerê dest bi kar dike. Rojîn di gelek leystikên şanoyê de leyistiye. Di sala 2005’an de xelata “Perperoka Zêr” wergirt. Rojîn niha hem li Şanoya Dewletê ya Erziromê karê leyistikvaniyê dike hem jî xebatên xwe yên muzîkê berdewam dike.
Albumên wê:
Ya Hep Ya hîç
Jan

KEMALÊ AMED

Kemalê Amed di sala 1978’an de li Amedê hatiye dinê. Dengê wî gelek dişibe dengê hunermendê mezin Şivan Perwer. Jiyana xwe li Enqere û Îstenbolê didomîne.
Albumên wî:
Rojek Min Dî
Ez Heval im
Kela Zilmê

EYŞE ŞAN

Eyşe Şan di sala 1938’an de li Amedê hate dinê. Navê diya wê Heciye, navê bavê wê Osman e. Bavê wê jî dengbêj bûye. Ew gelek d, tesîra bavê xwe de maye. Li mala wan her tim dengbêj diciviyan û şevbihêrkên xweş û bi coş pêk dianîn. Eyşe Şan ji bavê xwe û ji dengbêjên ku dihatin mala wan hînî gelek stranan bûye. Di bîst saliya wê de wê dizewicînin. Eyşe Şan ji wê zewaca bê dil pir diêşe. Piştî demekê keçeke wê çêdibe. Bi dû re dev ji mêrê xwe berdide û diçe Entabê ji xwe re dixebite. Demekê li radyoya Entabê bi Tirkî stranan dixwîne. Ji wir diçe Îstenbolê û pîlaqên Kurdî û Tirkî tomar dike. di sala 1972’an de diçe Elmanyayê û li wir bi cih dibe. Lê piştî demekê bedigere tê welatê xwe. Di sala 1979’an de diçe Kurdistana Başûr û li wir demekê dimîne û pişt re vedigere û li Îzmîrê li postexanê dikeve kar. Di sala 1996’an de ji ber nexweşiya penceşêrê wefat dike. Eyşe Şan gelek sêlik û kaset tomar kirin, ku ew berhemên wê ji hêla gel ve hîn jî bi coş û xiroşeke mezin tê guhdarî kirin.

DİYAR

Diyar di sala 1966’an de li bajarê Dêrsimê, li qeza Mazgirdê, li gundê Hewedanê hatiye dinê. Di sala 1988’an de diçe Ewropayê bi cih dibe û di pey re li wir bi karê hunerê mijûl dibe. Piştî demekê tevî Koma Berxwedan dibe. Di heft albumên Koma Berxwedan de wek hevalên xwe yên din stranan dixwîne. Bi pişt re di sala 1992’an de albuma xwe ya solo (Kerwan) çêdike. Diyar zewicandî ye û li Elmanyayê dijî.
Albumên wî:
Kerwan
Cenga Jînê
Wey Dinyayê
Tîna Rojê
Gulê Neçe
Oxir Be Ugur

MERYEM XAN

Meryem Xan di sala 1904’an de li Şirnexê, li gundê Dêrgolê hate dinê. Navê bavê wê Mihemed Ehmedê Botî ye. Di dema şerê cîhanê de malbata wê diçe Kurdistana Sûriyê. Meryem Xan li wir ji malbata Bedirxanan bi yekî dizewice. Lê mêrê wê destûr nade ku Meryemxan bi hunerê, bi xwendina stranan mijûl bibe. Ji ber vê yekê dev ji mêrê xwe berdide. Di sala 1924’an de diçe Zaxoyê li wir dozdeh salan dimîne. Di sala 1936’an de diçe Mûsilê û ji wir jî diçe Bexdayê. Li Bexdayê di mala keça apê xwe Elmas Xanê bi cih dibe. Meryem Xan li mala Elmas Xanê gelek hunermendên wek Mihemed Arif Cizrawî, Nesrîn Şêrwan, Seîd Axayê Cizîrî, Hesen Cizrawî, Elî Merdan nas dike. Bi pişt re Meryem Xan ji mala keça apê xwe vediqete û ji xwe re xaniyekî bi kirê dike û li wir bi cih dibe. Piştî wê sêlikan tomar dike. di sala 1939’an de radyoya Bexdayê vedibe û pêşbirka deng lidar dixe. Meryem Xan tevî pêşbirkê dibe û dibe yekemîn û di radyoyê de wek elemana bi qadro dest bi kar dike. Di sala 1949’an de ji ber nexweşiya gurçikan çû ser dilovaniya xwe. Wê heta mirina xwe ji du sedî bêtir stran xwend. Gelek sêlikên wê hene.

RODÎ

Hunermed Rodî di sala 1978’an de li bajarê Elezîzê li qeza Depê hatiye dinê. Ji sêzdeh-çardeh saliya xwe de bi muzîkê mijûl bûye. Di şîrketeke taybet de karê nûnertiyê dike. Gelek sal in li Elmanyayê dijî.
Albumên wî:
Gula Min Tu Negire
Tazî

ŞOREŞ

Hunermend Şoreş di sala 1978’an de li Amedê hatiye dinê. Zankoya Yuzuncu Yilê, Beşa Perwerdeyiya Muzîkê xelas kiriye. Li Enqerê li cihekî taybet hunera xwe îcra dike. Zewicandî ye û kurekî wî heye. Di albuma xwe ya bi navê “Fîsqaya”yê de straneke bi Tirkiya Amedê, bi devoka pêxwasan dixwîne, ku ev stran di terza bluesê de hatiye çêkirin.
Albuma wî:
Fîsqaya

FERHAT KANAT

Hunermend Ferhat Kanat li Konyayê, li qeza Cîhanbeyliyê, li gundê Încovê hatiye dinê. Di sala 2001’ê de diçe li Swêdê li paytexta Stockholmê li cem bavê xwe bi cih dibe. Li wir bi karê muzîkê mijûl dibe. Ferhat Kanat zewicandî ye.
Albuma wî:
Çi Bêjim

SEBAHEDDÎN YİLDİZ (XOCE)

Sebaheddîn Xoce ango Sebaheddîn Yildiz li bajarê Mûşê, li gundê Seqawiyê hatiye dinê. Piştî erdheja Gimgimê malbata wî malê bar kiriye aniye qeza Bismilê û li wir bi cih bûye. Zanîngeha Yuzuncu Yilê Beşa Mamostetiya Polî xelas kiriye. Ji Mamostetiyê teqawid bûye. Zewicandî ye û kur û keçeke wî heye. Li Amedê dijî.
Albumên wî:
Ez Dengbêj im
Vegere
Ji Kaniya Stranan

ROHAT DÎMEN

Hunermend Rohat Dîmen di sala 1978’an de li bajarê Mûşê, li qeza Melazgirê hatiye dinê. Ji biçûkatiya xwe vir de ye bi muzîkê mijûl dibe. Hostayekî baş ê tembûrê ye. Zewicandî ye û du zarokên wî hene. Li Mûşê dijî.
Albuma wî:
Dema Cengê

ÎBRAHÎM NÛHAT

Hunermend Îbrahîm Nûhat ji Amedê ye. Di biçûkatiya xwe de dest bi karê hunerê kiriye. Gava dest bi karê muzîkê kiriye pêşî bi perkusyonê dest pê kiriye lê bi pişt re bi dengê xwe yê gelek gelek baş bi awayekî profesyonelî di warê muzîkê de xebatên xwe domandiye. Carekê di îmtihana muzîka hunerî ya koroya TRT’ê (Saziya Radyo û Televîzyonê ya Tirkiyeyê) de bi ser ketiye û li wir qasî du salan perkusyon lêxistiye û korîstî kiriye. Ew di heman demê de piyanoyê jî baş bikar tîne. Îbrahîm Nûhat zewicandî ye. Li Amedê dijî.
Albuma wî:
Te Ez Kuştim/Lê Esmerê

GULÊ

Hunermend Gulê ji bajarê Erziromê ji qeza Xinûsê ye. Dema ew li lîseyê di sinifa dawî de bû malbata wê malê bar dike dibe Edenê. Gulê li Edenê Lîsê xelas dike û dest bi xwendina bilind dike, lê xwendina xwe ya bilind di nîvî de dihêle û diçe Ewropayê. Ji biçûkatiya xwe de ye bi muzîkê mijûl dibe. Zewicandî ye. Li Elmanyayê dijî.
Albuma wê:
Bejnê

ABDULLAH ŞAKAR

Hunermend Abdullah Şakar di sala 1982’an de li Amedê hatiye dinê. Di biçûkatiya xwe de dest bi muzîkê kiriye. Hunermend Abdullah Şakar Hostayekî gelek gelek baş ê gîtara bass e. Di gelek albumên hunermendên mezin de ji wan re bi gîtara xwe ya bass lêxistiye. Abdullah Şakar di heman demê de enstrumanên wek baxleme, gîtara klasîk, ûd, cimbûş û hwd. jî dizane lêxe. Abdullah Şakar li Îstenbolê dijî û komeke wî ya ji biyaniyan pêkhatî heye.
Albumên ku wî bi gîtara xwe ya bass jê re lêxistine jê re ev in:
Xêro Abbas, Yekbûn, Vova-Hamşetsu ğhag (Melodiyên Hemşînê), Sumer Ezgu, Yadîgar, Savaş Zûrnaci (Vîrtuozê Klarnetê), Ayfer.
Rêzefîlmên ku jê re lêxistine ev in: Beynelmîlel, Hatirla Sevgîlî, Yemîn, Aşka Surgun, Kûzey Ruzgari, Son Tercîh, Firtina

ŞÎLAN

Hunermend Şîlan di sala 1979’an de li Amedê hatiye dinê. Piştî heşt saliya wê bavê wê ji ber sedemên siyasî malbatê dibe Swêdê û li wir bi cih dibe. Eslê wan ji Dêrika Çiyayê Mazî ye. Mekteba bilind a bi navê İnternational Make Up Centerê xelas kiriye. Ji biçûkatiya xwe de ye bi muzîkê mijûl dibe. Zewicandî ye û keçeke wê heye. Li Swêdê dijî.
Albuma wê:
Yara Min

CANÊ

Hunermend Canê di sala 1971’ê de li bajarê Erziromê, li qeza Qereyaziyê hatiye dinê. Ji biçûkatiya xwe û vir de ye bi muzîkê mijûl dibe. Di warê muzîkê de ji hêla şan û bikaranîna deng de xwe daye perwerde kirin. Zewicandî bû, lê wê û mêrê xwe hevdû berdan. Keçeke wê heye. Li Ewropayê dijî.
Albumên wê:
Re Waye
Lê Lê Dayê
Eşqa Welat
Wezîrê Min
Dîlan Dîlan
Vegere

ÎBRAHÎM ROJHİLAT

Hunermend Îbrahîm Rojhilat di sala 1969’an de li bajarê Agiriyê, li qeza Bazîdê hatiye dinê. Demeke dirêj di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê de xebitî û li wir Koma Rojhilat ava kir. Di heman demê de li ser navê Koma Rojhilat albumeke bi navê “Mezrabotan im Ez” çêkirin. Îbrahîm Rojhilat di sala 1991’ê de koçî Awistralyayê kir. Xebatên xwe yên hunerî li Awistralyayê didomîne.
Albumên wî:
Bengî
Ji Te Dûr Bûm